Çalakiya konvedanê ya li Dêrikê di roja 4’an de ye

Li dijî êrişên Tirkiyê û tecrîda giran a li ser Rêber Ocelan di 22 mehê de li Dêrikê çalakiya konvedanê dest pê kir.
Çalakî îro di roja 4’an de dewam dike.

Çalakiya konvedanê ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan ve hatî organîzekirin.

Di vê çalakiyê de her roj wê bajarek berê xwe bidin bin kon..

Du jî Şêniyên Tirbespiyê û endamên Yekitiya Werzîşê ya Qamişlo berê xwe dan Kon.

Di çalakiyan de, endamê rêveber ê Tevgera Ciwanan a PYD’ê li Tirbespiyê Hisên El-Şêx axivî û got:

“Armanca me ji vegirtina Konê Berxwedan û Rûmetê destekdayîna ji hêzên gerîlayan re ye.”

Tê payîn ku wê îro şêniyên Qamişlo berê xwe bidin Kon û çalakî wê bi daxuyaniyekê bi dawî bibe.

Back to top button