NY: Pêdiviya Sûriyê bi operasyonên leşkerî tune ye

Li dijî gefxwarinên Erdogan li ser Rojava NY’yê bersiv da van gefan û teqez kir ku pêdiviya Sûriyê bi ti operasyonên leşkerî yên li ser sînorê wê tune ye.

Berdevkê fermî yê Sekreterê Giştî yê NY’yê Stephane Dujarric têkildarî gefên Erdogan ên êrişên nû li ser herêmên Sûriyê got:

“Em parastina yekitiya xaka Sûriyê dikin. Pêdiviya Sûriyê bi tu êrişên leşkerî tune ye.

Pêdiviya Sûriyê bi çareseriya siyasî û gelek alîkariyên mirovî heye.

Em ji bo van her du mijaran dixebitin.”

Serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Teyyîp Erdogan beriya çend rojan gefên êrişên nû li ser herêmên Sûriyê xwaribûn.

Back to top button