BALYOZÊ UKRANYAYÊ SERDAN BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ KIR

Piştî berxwedaniyeke bê hempa ya gelê bakur û rojhilatê Sûrî li dijî çete û destên ji derve êdî rojane nûner û berpirsên welatan serdana herêmê dikin.
Îro jî di çarçoveya lêkolînkirina mijara girtiyên DAIŞ’ê û malbatên wan ên li gel rêveberiyê de, balyozê Ukranayê Ferhad Şakir serdana Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser kir.

Ji seranserî cîhanê di van demên dawî de şande berê xwe didn Bakur û Rojhilatê Sûrî.

Ev serdan piştî têkbirina çeteyên DAIŞ’ê li ser destê QSD’ê zêde bûne.

Şande bi Rêveberiya Xweser re di nava têkilî û civînan de ne.

Ew jî di çarçoveya piştevaniya siyasî û dîplomasî de ye û jê mijara vegera malbat û zarokên çeteyên DAIŞ’ê ya li welatê wan e.

Îro sefîrê Ukranya yê li Başûrê Kurdistanê Ferhad Şakir serdana Navenda Desteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser kir.

Şande bi Hevserok û cîgirên û berdevkên boruya Têkiliyên derve ye Rêveberiya xweser re civiya.

Berdevkê Boruya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kemal Akif têkildarî mijarê axivî.

Kemal Akif diyar kir ku wan bi şandeya Ukranya re gelek mijarên girîng nîqaş kirin û got:

Mijar herî girîng yek ji wan rewşa malbatên çeteyên DAIŞ’ê yên li gel Rêveberiya Xweser girtî ne û çarenûsa wan bû.”

Di çend rojên borî de jî şandeya Belçîka, Ewropa û DYA’yê serdana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Tê payîn ku sibe şandeyek Swêdî serdana Bakur û Rojhilatê sûrî bike.

Leave a Reply

Back to top button