Ji ber topbarana artêşa Tirk 20 hektar zeviyên çandiniyê şewitîn

Artêşa Tirk û çeteyên wê di demên dawîn de rojane kantona Şehbayê topbaran dike.
Ji ber topbaranê herî kêm 20 hektar zeviyên çandiniyê şewitîn.

Têkildarî mijarê cotkar Mehmûd Mislim ku zirar gihaştiye zeviyên wî, dibêje :

Şêniyên kantonê debara xwe bi çandiniyê dikin.

Tevî ambargoyê jî , dagirker rojane me û zeviyên me dike armanc.

Beriya niha derdora 70 donim ceh şewitî.

Lewma derdora 40 milyon lîre li min bû xisar.”

Mislim teqez kir ku ev yek xizmeta siyaseta birçîkirinê ya li ser kantona Şehbayê dike.

Li gorî Komîteya Şewatê ya Kantona Şehbayê zeviyên gundê Hesacik ê navçeya Fafînê bi giştî 20.6 hektar ceh, hiktarek genim û 70 komên pûş ên 7 malbatan hatin şewitandin.

Back to top button