Ferhan Hec Îsa: Ev plan sûcekî şer e

Serokê Meclîsa Partiya Sûriyeya Paşerojê ya Herêma Firatê û Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Minbic plana Tirkiyê a guhertina demografî red kirin.

Xelkê herêmê ji plana Tirkiyê a a bicihkirina milyonek penaberên Sûrî li herêmên dagirkirî ne razî ne.

Serokê Meclîsa Partiya Sûriyeya Paşerojê ya Herêma Firatê Ferhan Hec Îsa derbarê mijarê de axivî.

Ferhan Hec diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze demografiya herêmê biguhere.

Her wiha anî ziman ku guhertina demografî di zagonên navneteweyî de sûcekî şer e.

Mihemed Elî: Tirkiyê dixwaze dagirkeriya xwe fireh bike

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a bajarê Minbic û Gundên wê Mihemed Elî El-Ebo jî got:

“Dewleta Tirk bi hemû rêbazan hewl dide planên xwe yên berfirehkirina projeya Osmanî, pêk bîne.

Plana wê ya bicihkirina penaberan li herêmên dagirkirî jî dikeve vê çarçoveyê de.”

Mihemed Elî El-Ebo bang li civaka navneteweyî kir ku li hemberî sûcên Tirkiyê bisekin in.

Back to top button