Ebdulkerîm Omer: Kurdê baş ji bo Tirkiyê Kurdê mirî ye

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ebdulkerîm Omer diyar kir ku PDK’ê bi hevkariya xwe ya bi dijminê Kurdan re hemû destkeftiyên gel dixe metirsiyê. Omer li hember dagirkeriyê banga lidarxistina kongreya neteweyî ya kurdî kir. 

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Ebdulkerîm Omer li ser êrişên Tirkiyê û hevkariya PDK’ê pêre axivî.

Ebdulkerîm Omer bal kişand ser xetera Tirkiyê ya li ser Kurdan û got: “Dewleta Tirk doza Kurd ji bo hebûna xwe gef dibîne.

Ji destpêka şoreşa Rojava ve, Tirkiyê dixwaze destkeftiyan têk bibe, ew şerê parçeyekî nake, ew hemû Kurdan dike armanc.

Kurdê baş ji bo wî Kurdê mirî ye, ji ber wê gefên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî, Başûrê Kurdistanê dewam dikin.”

Ebdulkerîm Omer: Kesê alîkariya dijmin dike xayine

Derbarê hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser ev tişt anî ziman:

“Kesê alîkariya Tirkiyê dikin xiyanetê bi Kurdan re dikin, divê PDK’ê zanibe ku binkeftina gerîla nabe serkeftina Başû û Rojava”.

Ebdulkerîm Omer: PDK’ê destkeftiyên Kurdan dixe metrsiyê

Der barê helwesta gel û partiyên Başûrê Kurdistanê de jî Omer anî ziman: “Eşkere ye, ew li dijî gefên dewleta Tirk in.

Lê mixabin PDK’ê helwesta xwe neguhertiye, hevkariya bi Tirkiyê re dewam dike, ev yek jî destkeftiyên Kurdan dixe metirsiyê.”

Ebdulkerîm Omer: Hêvî dikin êş di pêşerojê de dubare nebin

Ebdulkerîm Omer daxwaz ji Kurdan kir ku sûd ji dîrokê bigirin û wiha dewam kir: ”Berê Kurdan ji ber xiyanetê zirar dîtin.

Em hêvî dikin ku di pêşerojê de ev êş dubare nebin, eger destkeftiyên gelê Kurd têk çûn dê tu derfetên din çênebin.”

Dawiyê de Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve Ebdulkerîm Omer banga lidarxistina kongreya neteweyî ya kurdî kir.

Back to top button