
Li bajarê Stenbol yê tirkiyê di 23 Hezîranê de wê hilbijartina serokê şaredariya Stenbolê pêk were.
Di vê çarçoveyê de Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî got:
Em ê di sindoqan de bersiva herî baş bidin feraseta tekparêz a desthilatdariyê.
Piştî ku di hilbijartina 31’ê Adarê de deshilatdariya AKP’ê derbek giran xwar û gelek bajar ji dest dan nav hev ket.
Serokê AKP’ê ji bo Stenbol winda neke hemû tiştên ku ne rawajî bû kirin.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî û parlementerên pê re li Stenbolê bi karkeran re civiyan.
Sezaî Temellî got:
Ev ne tenê hilbijartina serokê şaredariyekê ye.
Emê di vê hilbijartinê de, carek din hêza xwe nîşanî desthilatdariya kedxwar dibin.
Werin em dengê xwe bidin demokrasî û aştiyê.
Ez hêvî dikin ku piştî 23’yê Hezîranê, dê têkoşîna demokrasiyê bi hêztir bibe.
Ev wê rêya we veke û hûnê ronî bibin. Ez di kar û xebata we de serkeftinê dixwazim. Serkeftîn be.