Almanya pêşniyara karantînayê ji bo cihên vîrûsa Meymûn lê hatî ditin dike

Saziya tenduristiya gel a li Almanyayê RKI, di bûyerên meymûnê de karantînek 21 rojî pêşniyar kir.
Wezîrê Tenduristiyê Lauterbach got,
Vîrûsa meymûn ne “destpêka pandemîkek nû ye”.

Li Almanyayê, ji bo pêşîgirtina li zêdebûna bûyerên meymûnê û kontrolkirina nexweşiyê, sê hefte karantînek tê plan kirin.

Enstîtuya Robert Koch ji bo tenduristiya gelemperî (RKI) pêşniyar dike ku mirovên bi nexweşiuya meymûnê ketin bi kêmî 21 rojan di karantînayê de bimînin.

Serokê RKI Lothar Wieler diyar kir ku ew her weha pêşniyar dikin ku kesên bi wan re ketine nava têkliyan jî heta 3 hefteyan di nava karantînayê de bimênin.

Wezîrê Tenduristiyê yê Almanya Karl Lauterbach di derbarê vîrûsa meymûnê de daxuyanî da û got;

Divê ji belavbûna vîrusê re bersiv were dayîn “bi zor, zû û zû”.

Siyasetmedarê ji Partiya Sosyal Demokrat di daxuyaniya xwe ya li Sempozyûma Bijîjkên Alman a ku li Bremenê beşdar bû de got,

“Tişta ku em bi meymûnê re rû bi rû ne destpêka pandemîkek nû ye.”

Lauterbach destnîşan kir ku vîrusa ku dibe sedema meymûnê, vîrusek naskirî ye û tê zanîn ku mirov çawa li dijî vê vîrusê têdikoşe û ev tişt anî ziman:

Bi şopandina têkilî û baldarbûnê re rewş dikare were kontrol kirin.

Wezîrê Tenduristiyê yê Almanyayê diyar kir ku ew ê ji bo pêkanîna serdema karantînayê pêşniyaran bidin hikûmetên eyaletan.

Li gor agahiyên ku RKIyê dane, heta niha li Almanyayê 5 rewşên nexweşiya meymûnê hatine dîtin.

Digel ku ne li bendê ye ku nexweşî ji bo tenduristiya giştî ya gelemperî xetereyek çêbike, tê payîn ku hejmara bûyeran zêde bibe.

Li 16 welatan 177 bûyerên vîrûsa Meymûn hatine dîtin

RKI ragihand ku heta niha li Almanyayê 5, li 16 welatan 177 bûyer hatine tomarkirin.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku her çend li derveyî Afrîkayê dest bi belavbûna meymûnê kiribe jî dikarin vê vîrûsê kontrol bikin.

Di vê navberê de, herî dawî li Îmaratê jî pêketiyek yê vîrûsa meymûnê hate piştrastkirin.

Back to top button