Wezareta Karên Derve ya DYA: Oparasyonek li Sûrî wê ziyanê bigihîne aramiya heyî

Serokomarê Tirkiye Erdogan careke din gefên dagirkeriyê li xaka Sûrî dixwe.
Erdogan yê aloziya Ukrayna-Rûsya ji bo xwe fersend dibîne, dibêje ewê li dijî bakurê Sûrî êrişekî pêk bînin.
Ev êriş di rojeva Waşîngtonê de bû.
Wezareta Karên Derve ya DYA dibêje, oparasyonek Tirkiye li bakurê Sûrî wê ziyanê bigihîne aramiya heyî.
Û careke din gotina xwe ya ew bi fikarin dubare kir.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) diyar kir ku ew ji planên Tirkiyeyê yên ji bo destpêkirina operasyoneke nû ya leşkerî li bakurê Sûriyê bi fikar in û ev gav wê aramiya herêmê lewaz bike.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Ned Price, di civîna çapemeniyê ya rojane de, têkildarî sînyala operasyonê ya ji bo Sûriyê ya Serokomarê Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan dayî nirxandin kir.

Berdevkê Wezareta Derve Price fikarên xwe yên li ser mijarê anî ziman.

Em ji bo rapor û nîqaşên derbarê egera şerekî leşkerî li Bakurê Sûrî, gelekî bifikarin.

Bi taybet ji bo bandora wî li ser sivîlan.

Em êrişên bi vî awayî şermezar dikin.

Ned Price, diyar kir ku haya wan ji fikarên ewlehiyê yên li ser sînorên Tirkiyê heye.

Her oparasyoneke nû wê aramiya li herêmê bêtir lewaz bike.

Wê hêzên DYA û şerê koalîsyona navnetewî ya li dijî DAIŞ’ê bikeve xeteriyê.

Em her hewildanekê rewşê aloztir bike, şermezar dikin.

Û piştevaniya parastina xetên agirbestê yên niha heyî dikin.

Price anî ziman ku Amerîka li bendê ye ku Tirkiye li gorî peymana ku di Cotmeha 2019’an de pêk hatiye, tevbigere.

Serokomarê Tirkiye Erdogan piştî civîna lijneya wezîran a ku roja Duşemê pêk hat, bal kişand ser wê yekê ku dibe ku li Sûriyê operasyoneke leşkerî ya nû were kirin.

Erdogan careke din bi eşkere ragihand ku ew ê armanca xwe ya dagirkeriya bi kurahiya 30 kîlometreyî pêk bînin.

Serokomarê Tirk destnîşan kir ku di civîna Lijneya Ewlekariya Neteweyî (MGK) ya ku wê sibe were kirin de biryarên der barê mijarê da bên girtin.

Dewleta Tirk a dagirker ji Tebaxa 2016’an ve bi aweyekî fermî dest bi dagirkirina xaka Sûrî kir.

Ji wê demê ve, Carablûs, Efrîn, Serê Kanî û Girê Spî dagir kir.

Li van herêmên hatine dagirkirin, guhertina demografî, kuştin, revandin û destdirêjiya zayendî qet kêm nabe.

Back to top button