HPG: Li herêma Zapê 26 leşkerên Tirk hatin kuştin û çekên wan hatin desteserkirin

Artêşa Tirk ya dagirker li herêmên Zap û Avaşînê asê maye û li hemberî berxwedana gerîla rojane kuştiyan dide.
HPG’ê ragihand gerîla li herêma Zapê li dijî eskerên Tirk “Operasyona Tolhildanê a Şoreşgerî” pêk anîn.
Hat diyar kir di encama çalakiyên gerîlayan de 2 jê payebilind, 26 leşkerên Tirk ên dagirker hatin kuştin û çekên wan jî hatin desteserkirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî êrişên artêşa Tirk a dagirker û berxwedana gerîlayan daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de hat diyar kirin artêşa Tirk ya ku li pêşberî berxwedana dîrokî ya gerîla a li Zapê nikare encamê bigire li dijî çeperên şer yên li qadên berxwedanê çekên kîmyewî bikaranîn û wiha hat gotin,

“Bikarnîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve li gorî qanûnan sûcê şer e û li gorî pîvanên şer jî tirsonekî û nemerdî ye.

Hêzên me yên li Zapê ji bo vî sûcê artêşa Tirk yê dermirovî ceza bikin, 24’ê Gulanê Operasyona Tolhildanê ya Şoreşgerî pêk anîn.

Hêzên me yên gerîla di vê operasyonê de bi taktîkên dewlemend dagirkerên ku li Zapê sûcê şer kirin cezakirin.

Ev Operasyona Tolhildanê ya Şoreşgerî ji bo bîranîna 8 hevrêyên me yên ku li Çiyayê Reş şehîd bûn hat lidarxistin.”

HPG’ê eşkere kir ku artêşa Tirk û medya şerê taybet ya dewleta Tirk hewl didin rastiya şerê li Zapê û berxwedana dîrokî ya gerîla veşêrin û ji bo vê jî her tim serî li derewan didin û wiha dewam kir;

“Her çendî di encama vê operasyona hêzên me de neçar man ku hinek windayên xwe eşkere bikin jî lê rastî eşkere nekirin û tenê 5 kuştiyên xwe dan.

Hêzên me yên ku vê rastiya medya şerê taybet a Tirk û artêşa wê ya ku rûmeta xwe ya leşkerî windakiriye, dizanibûn, çûn ser cenazeyên 18 leşkerên ku hatine cezakirin û weke delîl jî dest danîn ser gelek çek û amûrên leşkerî.

Di encama Operasyonên Tolhildanê ên Şoreşgerî yên li qadên Kurojaro û Çiyayê Reş de 2 jê payebilind 26 dagirker hatin cezakirin.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir di Operasyona Tolhildanê ya Şoreşgerî de ya li qada Çiyayê Reş, gerîlayê bi navê Mehmet Aslan bi nasnav Mahir Mazlûm ku li ser dagirkeran du çek rakir, di dema paşvekişînê de, di encama şer de şehîd bû.

Back to top button