Cemîl Bayik: Wekî gerîla û berxwederên di zindanan de dive herkes erka xwe bi cih bîne

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik derbarê daxuyaniyên dewleta Tirk ên guhertina demografaya herêmên dagirkirî û êrişên dagirkirinê de got, “Dewleta Tirk herêmên ku dagir kiriye dixwaze desteser bike, tevlî xaka xwe bike. Bayik bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku vê rastiyê bibînin û li ber vê yekê rabin.

Beşa duyemîn a hevpeyvîna bi Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik re a di Stêrk Tv yê de hate weşandin.

Di vê beşê de jî Cemîl Bayik, êrişên Tirkiyê yên dijî gelê Kurd, êrişa Iraqê a li dijî Şengalê û planên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nirxand.

Cemîl Bayik berxwedana dîrokî ya gerilayan ên li dijî êrişên arteşa Tirk nirxand û got: “Gerîla, di bin çekên kîmyewî, bombebaran û teknolojiyê de erka xwe ya dîrokî bi qehremanî bi cih tîne. ”

Bayik diyar kir divê gelê Kurd jî erka li ser milê xwe pêk bîne û ev peyam da gelê Kurd:

“Wekî gerîla û berxwedêrên di zindanan de divê her kes erka xwe bi cih bîne.

Wê demê ew ê desthilatdariya AKP û MHP’ê têk biçe.

Wê Rêber Apo azad bibe, siyaseta qirkirinê bi dawî bibe û li Kurdistan û Rojhilata Navîn wê serdemeke nû dest pê bike.”

Cemîl Bayik: Divê ciwan xwedî li xwe û civaka xwe derbikevin û tevlî gerîla bibin

Cemîl Bayik anî ziman divê jin û ciwan peywira xwe ya pêşengtiyê bi cih bînin û divê karibin li her cihê şer bikin.

Herwiha Bayik bang li ciwanan kir ku tevlî nava refên gerilayan bibin û xwedî li xwe û civaka xwe derbikevin.

Cemîl Bayik: Iraqê dît ku wê ji êrişa li dijî Şengalê zerarê bibîne

Bayik qala êrîşa ku dewleta Iraqê li hemberî Şengalê pêk aniye kir û da zanîn ev êriş bi daxwaza DYE’yê pek hat û yê ji DYE’ yê jî ev yek daxwaz kir PDK û Tirkiyê ye.

Bayik wiha dewam kir: “Dewleta Iraqê dît heke ew li dijî gelê Êzidî şer bike, ew ê jî xisarê bibîne.

PDK’ê xwest peyamê bide her kesî û bibêje li Şengalê ez dikarim aramiyê pêk bînim.

Bi vî awayî xwest Şengalê dagir bike. Iraqê jî ev dît. Ji ber vê êrîşên xwe dan sekinandin.

Cemîl Bayik: Divê gelên Rojava li dijî dagirkeriya dewleta Tirk rabin

Herwiha Cemîl Bayik qala plan û projeyên dewleta Tirk yên li dijî herêmên dagirkirî ên Rojava jî kir û ev tişt got:

“Dewleta Tirk herêmên ku dagir kiriye dixwaze desteser bike, tevlî xaka xwe bike

Li bajarên dagirkirî perwerde bi Tirkî ye, dibistan bi Tirkî ne, alên Tirkan daliqandine.

Her tişt kirine Tirk. bi navê Sûrîyan, bi navê Kurdîtiyê tiştek nemaye.

Amadekariyê dike ku van herêman bi temamî tevlî Tirkiyê bikin.”

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik dawî bang li gelên herêmê kir ku li ber vê siyaseta tirk a dagirkeriyê rabin û got: “Eger gelên herêmê li ber vê siyasetê ranebin wê wan deveran bi temamî ji dest bidin.”

Back to top button