”Bi çavên şehîd Nûjiyan êşa ku civaka Êzidî kişandiye tîne ziman”

Belgefîlma Nûjiyan ji 2019’an de dest bi amadekariyê kiriye û di 2021’an de bi dawî bû û niha jî derdikeve pêşberî temaşevanan. Derhênera Belgefîlma Nûjiyan, Jînda Asmen li ser belgefîlmê axivî û got:”Hewldana me ew bû ku em berxwedan û têkoşîna ku Şehîd Nûjiyan di jiyana xwe de kiriye bînin ziman.”

Belgefîlîma Nûjiyan li ser têkoşer û rojnamevan Nûjiyan Erhan ku di 3’yê Adara 2017’an de bi êrîşa pêşmergeyên Roj bi giran birîndar bû û 22’ê Adara 2017’an şehîd bû hatiye amadekirin.

Belgefîlîma Nûjiyan bi çavên Nûjiyan êş, zehmetî, xweşî û şerê ku gelê Êzîdî rastî wan hatine tîne ziman.

Dê fîlm cara yekê di 28’ê Gulanê de de li bajaroka Xanesor ê Şengalê were pêşandan

Di 29’ê Gulanê de li navenda Şengalê bê pêşandan.

Paşê jî dê li Rojavayên Kurdistanê, cara yekê li bajarê Hesekê di 17’ê Hezîranê de bê pêşandan.

Derhênera belgfîlmê Jînda Asmen derbarê navberoka belgefîlmê de axivî.

Jînda Asmen da zanîn ku wan têkoşîn û berxwedaniya ku Şehîd Nûjiyan Erhan kiriye di belgefîlmê de da ye pêş.

Jînda diyar kir ku li her cihekê ku hevala Nûjiyan lê jiyaye û nefesa xwe ya dawî lê daye, li wan deran belgefîlm amade kirine.

Jînda Asmen di dawiyê de got: Ez her kesî vedixwînim û dibêjim bila werin em li belgefîlma Nûjiyan temaşe bikin.

Back to top button