Li Çiyayê Cûdiyê, Çiyayê Gabar û Herêma Bestayê qirkirina daran a bi destê cerdevanan didome.
Li herêmên Benavya û Nêvana yên Cûdiyê û herêmên Rîsor, Şerevan, Qirteka Pêşya, Têkera û Keniya Mîr qirkirina daran didome.
Bi hezaran darên ku di bin kontrola leşkeran de bi destê cerdevanan tên birîn bi TIR’an ber bi derveyî bajêr ve tên veguhastin û tên firotin.
Her wiha ji ber rewşa şer a li Çiyayê Cûdî 10’ê Gulanê li gundê Avgamasya, Serêdehlê û Şilêrîtê qedexe hatibû ragihandin û heta niha ev qedexe berdewame..