RÊVEBERIYA XWESER: ZIYANA ŞEWATAN 19 MILYAR LÎREYÊN SÛRÎ YE

Desteya Çandinî û Aborî ya Rêveberiya Xweser zirarên ku gihaştina zeviyan eşkere kir.
Li gorî desteyê heta niha 19 milyar lîreyên Sûriyê zerer li çandiniyê bûye.
Desteyê sedemê şawatên ku li herêmê çêbûne jî diyar kir.

Bi destpêkirina mewsima çinînê re li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şewatên mezin di nava zeviyên şêniyan de çêdibin.

Van şewatan gelek ziyan dan cotkaran.

Rêveberiya Xweser diyar kir ku ev şewat bi zanabûn têne kirin û got,

Armanca vê yekê têkbirina aboriya herêmê û afirandina atmosfera ne baweriyê di navbera Rêveberî û şêniyan de bi nav kir.

Li gorî Desteya Aborî û Çandiniyê rûbera zeviyên ku ji 16`ê Hezîranê ve û heta niha şewtîne derdora 40 hezar û 860 hiktar e.

Serjimariya şewatan li herêmê wiha ye;

Herêma Cizîrê 34 hezar û 600

Herêma Firatê 2 hezar û 450

Tebqa hezar û 800

Reqa hezar û 500

Dêrazor 350

Minbicê 110 hiktar şewitîne.

Her wiha;

Hezar û 650 kîs, ji van hezar û 500 li Tebqa û 150 li Dêrazorê

2 hezar dar jê 500 li herêma Firatê û hezar û 500 li Tebqayê

2 patoz û tirektorek û malek li herêma Cizîrê şewitîn.

Her weha 7 kes ku hêzên ewlekariyê jî di nav de jiyana xwe ji dest dan û bi dehan kes jî birîndar bûn.

Hevseroka Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Emel Xezîm diyar kir ku ziyana şewatan gihiştiye 19 milyar lîreyên Sûrî.

Emel Xezîn îşaret bi sedema şewatan jî kir û got:

Me weke desteyê şewatên ku çêbûne bi sê cureyan sinifandin; bi zanabûn, rewşa hawayê û şaştî.

Desteya Hundirîn a Rêveberiya Xweser jî diyar kir ku şopandin û lêkolîn dewam e û di demek guncew de wê encaman ragihîne.

Ji ber şewat dewame ev serjimarî tê guhertin.

Leave a Reply

Back to top button