Hêzên Asayîşê: Kujera zaroka 7 salî ya li Hesekê hat girtin

Berî 2 rojan, cenazya zarokeke 7 salî li bajarê Hesekê hat dîtin.
Vê bûyerê hêrseke mezin li nava xelkê çêkir.
Asayîşê jî piştî lêpirsînê, kujer girt.
Derket jinekê xizma xwe ya zarok kuştiye.

Zaroka 7 salî Weed Semîr Hisên bi kêra hatibû kuştin.

Û Cinazeya wê li ser banê malbata wê hat dîtin.

Asayîşê ragihand ku hêzên wan ên dijtawanê lêpirsîn dest pê kir.

Di encamê de, jineke xizma zaroka kuştî, li kuştina wê mikur hat..

Li gorî daxuyaniya Asayîşê, dê piştra agahiyên berfireh li ser vû bûyerê eşkere bikin.

Back to top button