Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê duh gundên Eyn Îsa, Minbic û Şehba, Şêrawayê û Til Temirê bi dijwarî topbaran kir .
Dagirkeran duh derengî şevê gundê Heloncî û Muhsinlî yên bakurê Minbicê topbaran kirin .
Piştî wê bi çend kêliyan 2 balafirên şer ên Koalîsyona Navneteweyî nuqteyên çeteyan li gundên Ezîziyê û Seîd ên navbera Serêkaniyê û Til Temirê de bombebaran kirin.
Di vê çarçoveyê de gundên Aqîbê, Soxanekê, Ziyaretê, Bênê û Xirêbkê yên navçeya Şêrawayê jî rastî êrişan hat .
Di encamê de agir bi erebeyeke sivîlê bi navê Îsa Ebdo Zêde û maleke li gundê Aqîbê ket.
Her wiha gundên Dada Ebdal û Eqriye yên bakurê Zirganê bûn ermanca êrişên dagirkeran .
danê êvarî jî gundê Um El-Hoş ê Şehbayê jî ji aliyê heman dagirkeran ve hat topbaran kirin…