Li gundê nêzî sînor sivîl dibin armanca guleyên leşkerên Tirk

Bi gefxwarinên dewleta tirk a dagirker li ser herêmê gundê nêzî sînor têne armanc girtin
di 24 mehê de li gundê Hac metrê yê Dêrikê şivan û pezê xwe bûn armanca guleyên leşgerên tirk
Gundî dibêjin em bi rehetî nikarin li gundê xwe tevbigerin…

Xelîl ehmed ê 70 salî ji zikmakî ve astengdar e
Barî 20 salan li ser erdê xwe yê li gundê hac metrê bi guleyek dewleta tirk birîndar dibe..
Ji ber vê çendê, lingê Xelîlê astengdar jê dibe û bi çar pîka bimeşe.

Gundê hac Metrê ê 6 km li bakur rojavayê Dêrikê ye, berî sala 2011’an ve jî, ji hêla dewleta Tirk ve dihat gulebarankirin.
Û heta niha 2 kesan jiyana xwe ji dest daye û 4 jî birîndar bûne.

Şêniyên gund nikarin bi rihetî biçin nêzî sînor..
Ne cotkar û ne jî şivan, her kes armanca guleyên leşkerên Tirk in.
24 vê mehê jî, gule li şivanekî û pezê wî barandin û li vir jî jimarek ji pez hat kuştin û birîndarkirin…

Li seranserî sînorê di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de, bi dehan car mirov bûne armanca guleyan..
Di van rojan de, xwediyên erdan nikarin biçin ser erdê xwe da ku keda destê xwe berhev bikin..

Bi taybetî piştî ku Serokê dewleta Tirk zimanê gefê tûj kir, tirs li ser jiyana xelkê zêdetir dibe.

Back to top button