Mûrat Karayilan: Berxwedana li Zapê wê rê li ber serdemeke nû veke

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan ji gerîlayên li Zap û Avaşînê ku li dijî êrişên dagirkeriyê li ber xwe didin re axivî.Karayilan got, Berxwedana li Zapê wê bi ser bikeve. Di berxwedana dîrokî de wê serdemeke nû bê pêşxistin. Berxwedana zêdeyî 40 roj ev rastî nîşan daye.”

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan bi cîhazê bêtêl bi hêzên gerîlayên li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê re axivî.

Murad Karayilan berxwedana hêzên gerîla silav kir û got:

“Di dîroka mirovahiyê de 300 spartayî yê Yewnan li hember artêşa Împaratoya Pers berxwedanek pêşxistin û artêşa Persan rawestandin û ketin dîroka mirovahiyê.

Lê şêr û Egîdên Zapê tenê wê destanan ava nekin, bi vî şêwazê berxwedanê, wê heman demê bi ser bikevin. Di berxwedana dîrokî de wê serdemeke nû bi pêş bixînin. Berxwedana zêdeyî 40 roj ev rastî nîşan daye.”

Mûrat Karayilan: Gerîla bi berxwedana xwe destkeftiyên Kurd û Ereban diparêze

Karayilan dazanîn ku dewleta dagirker bi karanîna hemû teknîka serdemê jî nikare encam bigre serî bikaranîna çekên kîmyewî dide û mirovahî li hember vê sûcê bêdeng e.

Karayilan destnîşankir gerîla bi berxwedana xwe hemû destkeftiyên herêmê diparêze û ev nirxandin kir:

“Ji bo gelê Kurd û gelên herêmê xeteriyek mezin heye.

Gerîla bi berxwedana xwe hebûna gelê kurd, hebûna statûya başûrê kurdistanê, nirxê gelên Asûrî-Suryan, Ereb, Fars diparêzin.

Mûrat Karayilan: Dewleta Tirk kesên bi Kurmancî û Doranî diaxivin dide şerkirin

Murad karayilan diyar kir ku dewleta tirk berê kuçikên 4 ling bombe bi wan ve dikir dişand tunelan lê niha yê du ling ku kurdî û erebî diaxivin dişîne li ser gerîla û got:

Dewleta tirk hem çeteyên Kurd, hem çeteyên Ereb li dijî gêrîla dide şerkirin.

Li ser Girê Cehennemê de hevalan got; “ên hem bi kurmancî hem jî bi Soranî diaxivin hebûn. Ew kî ne? Divê mirov wana tespît bike, lê dewleta Tirk di dîroka xwe de her wisa kiriye. Jixwe jê re dibêje kûçik bi kûçik bide kuştin. Ew dixwazin cardin Kurdan bajon ser me.

Mûrat Karayilan: Divê gelê me li dijî êrişên dagirkeriyê qîyametê rake

Karayilan ji bo gelên kurd û dostên wî jî ev bang kir:

Divê gelê me yê welat û derveyî welat, qiyametê rakin, tevlêbûna berxwedana gerîla geş bikin. Em bawer dikin berxwedana Zapê wê bi xwe re qonaxeke nû ava bike.

Back to top button