Nivîskar, Siyasetmedar, rewşenbîr û dayikên şehîd û gerîla yên Başûrê Kurdistan û Mexmûrê, piştgirî dan berxwedana gerîla ya li hemberî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk. Her wiha bang li hikûmetên Başûr û Iraqê jî kirin ku helwestê nîşan bidin.
21’ê Gulanê dewleta Tirk a dagirker bi balefirên bê mirov li bajaroka Axceler, êrişê wesayîtekê kir.
Di encamê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Heman rojê jî li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî jî wesayîtek sivîlan hat bombekirin û di encamê de welatiyek brîndar bû.
Her wiha êrîşên dagirkeriyê û bikaranîna çekên kîmyewî jî ji aliyê dewleta Tirk ve li dijî gerîla, dewam dike.
Derbarê mijarê de Nivîskar û Siyasetmedar Mihemed Emîn Pêncwênî diyar kir ku ev êrîş binpêkirina serwerîya hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê ye.
“Bikaranîn Çekên Kîmyewî li dijî yasayên navnetewî ye”
Nîvîskar û rewşenbîrên Hewlêrê jî derbarê bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk ve li dijî gerîla nerazîbûn nîşan dan û ev yek weke binpêkirina qanûnên navnetewî bi nav kirin.
Dayikên şehîd û gerîla piştgirî dan berxwedana zarokên xwe
Dayikên Şehîd û şervanan ên Wargeha Penaberan a Mexmûrê jî bi daxuyniyekê piştgirî dan berxwedana zarokên xwe û gotin: “Emê li gel zarokên xwe ji bo azadiya Kurdistanê li qadan têkoşîn bidomînin.
Şerê tê meşandin ne ji bo tinekirina şervanên azadiyê ye, ji bo tinekirina Kurdê azad e.”