Serokomariya Tûnisê ji bo destûra bingehîn a nû diçe referandumê

Serokomarê Tûrisê Qeyîs Seîd bang li dengdêra kir ku ji bo referandûma 25’ê Tîrmehê biçin ser sindoqan.

Li gor biryarnameya ku di Rojnameya Fermî de hat weşandin, destûra bingehîn a û herî dereng wê 30’ê Hezîranê bê weşandin.

Komîteyek şêwirmend, bi serokatiya parêzerê payebilind Sadiq Belaid, wê reşnivîsa destûreke nû pêşniyar bike.

Referandûm di nav xalên nexşerê de bû ku Serokomarê Tunisê Qeyîs Seîd piştî ragihandina tedbîrên awarte û betalkirina parlamento û saziyên din ên destûrî pêşkêş kiribû.

Rêxistin, partî û gelek welatên biyanî ji bo reformên siyasî û aborî banga diyaloga neteweyî ya bi beşdariya partî, sendîka û nûnerên civaka sivîl kirin.

Partiyên sereke gotin, ew ê guhertinên siyasî yên yekalî boykot bikin û li dijî van guhertinan nerazîbûnên xwe zêde bikin.

Sendîkaya Karkerên Giştî ya Tûnisê ya bi hêz (TGIS) jî red kir ku beşdarî diyaloga sînordar û fermî ya ku serokomar di ji nûve amadekirina destûra bingehîn de ku pêşniyar kiribû, bibe.

Sendîkaya karkeran jî ji bo protestokirina rewşa xirab a aborî û cemidandina mûçeyan greveke neteweyî ragihand.

Sadik Belaîd ku ji aliyê Serok Seîd ve ji bo serokatiya komîteyeke şêwirmendiyê ya ku ji dekanên hiqûq û zanistên siyasî pêk tê hat tayînkirin, ragihand ku ew ji bo amadekirina “destûreke nû ya komara nû” hatiye erkdarkirin.

Belaid wê li gel navên ku tevlî komîteyê bibin destûra nû amade bike.

Hin akademîsyenên navdar beşdarî komîteyê red kirin.

Vê yekê fikar zêde kir ku destûra nû wê lihevhatinek berfireh pêk neyê.

Li gorî Rojnameya Fermî, di referandumê de tenê pirsa ku were kirin ev e: Hûn bi destûra nû razî ne?

Di referandumê de hat diyarkirin ku proseya dengdanê sibê saet di 06:00 de dest pê dike û êvarê saet 22:00 bi dawî dibe.

Back to top button