Li Ukrayna şer di qonaxeke krîtîk de ye

Rûsyayê êrîşên xwe yên li ser du bajarên stratejîk ên rojhilatê Ukraynayê zêde kirine. Ger ev her du bajar bikevin, wê Rûsya herêma Lûhanskê bi giştî kontrol bike.
Serokomarê Ukrayna Zelensky ji bo bi dawîbûna şer dayîna hin tawîzan ji bo Rûsyayê red kir.

Artêşa Ukraynayê ragihand ku di şerê dijwar ê li rojhilatê welat de, leşkerên Rûsyayê êrîşî zêdetirî 40 bajarên herêma Donbasê kirine.

Bi vê yekê re, rêya herî dawî ya derketina sivîlan ji herêmê jî di metirsiyê de ye.

Artêşa Ukraynayê li ser hesabê xwe yê Facebookê daxuyaniyek da û diyar kir ku li herêmên Donetsk û Lûhanskê 47 avahiyên sivîlan ku 38 xanî û dibistanek jî di nav de ji aliyê Rûsyayê ve hatine armanckirin.

Di van êrişan da, 5 sivîlan jiyana xwe ji dest dane û 12 jî birîndar bûne.

Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelensky diyar kir ku jimara leşkerên Rûs li hin herêmên rojhilatê Ukraynayê ji leşkerên wan gelek bêtirin.

Zelensky diyar kir ku li eniyên şer hem ji aliyê çekan û hem jî ji aliyê leşkeran ve dijmin bi awayekî eşkere serwer e û got,

Artêşa Ukraynayê hîn jî li hemberî êrîşên dijwar li ber xwe didin.

Li Syevyerdonetsk û Lysychanskê şerên dijwar

Di vê navberê de hat ragihandin ku artêşa Rûsyayê di van rojên dawî de êrîşên xwe zêde kirine û herêmên derve yên bajarê pîşesazî Syevyerodonetsk bi dest xistine.

Syevyerodonetsk û bajarê cîran Lysychansk du niştecihên herî dawîn ên li herêma Luhanskê ne ku Ukraynî li dijî Rûs li ber xwe didin.

Moskow bi kontrolkirina van herdu bajaran re, wê herêma Luhansekê bi giştî bêxe bin destê xwe.

Bi vê yekê re wê Moskow bigihêje yek ji armancên xwe yên girîng yên li herêmê.

Hêzên alîgirên Rûsya: 8,000 leşkerên Ukrayna dîl hatine girtin

Nûnerê hêzên cudaxwaz ên alîgirê Rûsyayê li Luhanskê ji ajansa nûçeyan a Rûsyayê TASSê re axivî.

Nûnerê cudaxwazan îdia kir ku wan niha nêzî 8 hezar leşkerên Ukraynayê dîl girtine.

Her wiha diyar kir ku jimara girtiyan li herêma Donetsk zêde ye û daxuyakirin ku ew her roj bi sedan leşkerên Ukrayna digrin.

Ev agahî ji hêla çavkaniyên bêalî ve jî nayê piştrastkirin.

Di vê navberê de, Serokomarê Ukraynayê Zelensky li dijî wê fikrê bû ku Ukrayna beşek ji axa xwe bide Rûsyayê da ku şer bi dawî bike.

Berpirsekî DYA di axaftina xwe ya li Foruma Aborî ya Cîhanê ya ku li Davosa Swîsreyê pêk tê de pêşniyar kir ku Ukrayna Nîvgirava Kirimê ya ku 2014’an ji aliyê Rûsyayê va hat kontirolkirin ji Moskowayê ra bihêle.

Back to top button