LI GUNDEWARÊ LAZQIYÊ 7 LEŞKERÊN REJÎMÊ HATIN KUŞTIN Û 9 BIRÎNDAR BÛN

Li gundewarê Lazqiyê şer di navbera komên çete û rejîma Sûrî de rû da.

Di encam de 7 leşkerên rejîmê hatin kuştin û 9 birîndar bûn.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku li navçeya Ayîn Eşîre li çiyayê Turkmen a gundewarê Lazqiyê komên çete êrîşî hêzên rejîmê kir.

Di encam de şerekî dijwar de 7 leşkerên rejîmê hatin kuştin û 9 jî birîndar bûn.

Her wiha rejîmê jî bi zêdetirî 190 moşekî gundewarê Hemayê topbaran kir.

Li aliyekî din ajansa SANA ya bi ser rejîmê ve ragihand ku komên çete li gundewarê başûr Helebê dawetek, ango şahiyeke Zemawendiyê topbaran kirin.

Di encam de 12 sivîlan jiyana xwe ji dest da û 15 jî birîndar bûn.

Leave a Reply

Back to top button