Hêzên QSD’ê bi operasyonekê serçeteyekî DAIŞ’ê li rojhilatê Dêra Zorê girtin

Di encama operasyoneke hêzên QSD’ê de li Dêra Zorê serçeteyekî DAIŞ’ê hat girtin.

Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku Yekîneyên Taybet ên girêdayî wan li rojhilatê Dêrazorê li dijî şaneyeke çeteyên DAIŞ`ê operasyonek pêk anîn.

QSD`ê diyar kir ku operasyon li herêma El-Kemşe pêk hatiye û di encamê de serçeteyekî herêmî ku plana êrişên terorî li dijî sivîl, karmendên Rêveberiya Xweser û hêzên ewlehiyê dikir, hatiye girtin.

QSD`ê da zanîn ku operasyon bi desteka hêzên Koalîsyona Navneteweyî hatiye kirin û di encama operasyonê de çek, belge û alavên din ên li ser serçeteyê DAIŞ’ê jî hatine desteserkirin.

Back to top button