Hêzên hikûmeta Şamê bi çekên giran herêmên Idlib û Hemayê topbarankirin. Balafirên şer ên Rusyayê jî herêmên di bin kontorla dewleta Tirk a dagirker de bombebaran kirin.
Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê ragihand ku, hêzên hikûmeta Şamê bi moşekan gundên Filêfil, Sifêhin, Benîn, El-Fetîra û derdora Barê yên li başûrê Idlibê topbarankirin.
Her wiha li Sehil El-Xab ya li bakurê Hemayê, hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker şer kirin.
Balafirên Rûs Serêkaniyê û Girê Spî ên dagirkirî bombebaran kir
Çavdêriyê ragihand, balafirên şer ên Rusyayê bi 6 moşekan êrişî herêmên Serêkaniyê û Girê Spî yên di bin kontrola dewleta Tirk û çeteyên wê de ne, kir.
Her wiha çavdêriyê ragihand ku 2 balafirên şer ên hikûmeta Şamê nuqteyên DAIŞ’ê ên li çolistana Hemayê bombebaran kirin.