Şêniyên Dirbêsî û Zirganê bi armanca piştgiriya gerîla çalakiyek li dar xist

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê û Zirganê bi çalakiyekê piştgirî danqirkirinê yên dewleta Tirk û PDK’ê yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam bikin.

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê û Zirganê yên kantona Hesekê bi çalakiyekê berxwedana gerîla silav kir.

Di çalakiyê de li ser navê şêniyên Dirbêsiyê û Zirganê Edla Misto axivî û îşaret bi serkeftinên gerîla yên li Zap û Avaşînê li dijî artêşa Tirk û PDK’ê û got: “Gerîla li çiyayên Kurdistanê li hemberî dagirkerî û xiyanetê bi ser dikeve û têk naçe. HPG’ê nûnertiya hebûna gelê Kurd dike. Xayîn û hevkarên wê yên ku dixwazin axa Kurdistanê dagir bikin jî, wê li dawiyê bi bin kevin”.

Çalakî bi stranên şoreşgerî ji aliyê Koma Zîlan a navenda Çand û Hunerê ve bi dawî bû.

Back to top button