Çapemenî û îstîxbarara PDK bi nûçeyên derew Tirkî diparêzin

Dewleta Tirk welatiyên başûr şehîd dixe, Çapemenî û îstixbarata PDK’ê jî bi belavkirina nûçeyên derew û senaryoyên nû dixwaze dewleta Tirk biparêze.

Piştî bûyerê hin saziyên çapemeniyê yên PDK’ê dibêjin, bombeya çandî ya PKK’ê bû teqiya, hinek jî dibêjin PKK’ê bi muşekan êriş kiriye.

Bavê zarokê 13 salî ku di êrişê de şehîd ket, di dema bombebaranê de li wêderê amadebû, derbarê bûyerê de ev agahî da:

“Ji bo keyfxweşiya wî ku ji dibistana xwe derketibû, tevlî pîrozbahiya li seyrangehê kiribû, lê xelata wî bû canê wî.

Çend mêtre zarok li durî me dilîstin balafira tirkî wan bombebaran kir.”

Yek ji şahidên din ên bûyerê ji ragihandinê re dibêje,

“Em xelkê Zêwe Serin, ser bi eşîra Nêrwe ne. Nêzî hezar kes li wêderê bûn. Li nêzî gundê me baregehek leşkerên Tirk lê heye. Ev serbilindiya me ye ku me Tirk anîne tenişta xwe, daku wisan li me bikin?!”

Muxtarê Gundê Zêwe yê ser bi bajaroka Amêdiyê Birqî Omer jî ragihand ku êriş ji aliyê balefirên Tirkiyeyê ve pêkhatiye.

Back to top button