Hamid El-Ferec: Em ê li hember dagirkeran bisekinin

Şêxê eşîra Wilde, Hamid El-Ferec anî ziman ku projeya bicihkirina penaberên Sûrî li herêmên dagirkirî planeke Osmanî ye.

Şêxê eşîra Wilde, Hamid El-Ferec anî ziman ku xeteriya plana Tirkiyê ne li ser Kurdan e, li ser hemû pêkhateyên herêmê ye.

Hamid El-Ferec dibêje armanca avakirina avahiyên mêtîngeriyê guhartina demografiya herêmê û jihevqutkirina gelê welatekî ye.

Şêxê eşîra Wilde bêdengiya civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan a li hemberî sûcên dewleta Tirk şermezar kir.

Dawiyê de Hamid El-Ferec piştrast kir ku ew ê li hember êrişan bisekinin û parastina axa xwe ji dagirkeran bikin.

Back to top button