Rojnamevan, zanyarên olî û parlementeran li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistan û Iraqî nerazîbûn nîşandan. Hat gotin ku tişta ku PDK’ê bi dewleta Tirk re dike xiyanete û pêwîst e dawî lê bîne.
Êrîşên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê ya li Başûrê Kurdistanê û li dijî gerîla dewam dikin.
Li hemberî berdewamiya êrîşan û hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk re, di nava raya giştî ya Başûrê Kurdistan û Iraqê de, nerazîbûn zêde dibin.
Rojnamevan û Aktivîstê Siyasî Şivan Mihemed diyar kir ku eger Tirkiye Zap û Avaşînê dagir bike, wê tiştek bi navê Başûr nemîne.
Rojnamevan Xalid Ehmed jî anî ziman ku tişta PDK’ê bi Tirkiyeyê re dike, xiyaneta li welate û pêwîste dawî lê bîne.
Yekîtiya Zanyarên Misilman: Pêwîste pêşiya şerê Erdogan bigrin
Serokê Yekîtiya Zanayên Misilman ragihand ku Tirkiye li Başûrê Kurdistanê sûcên şer dike û xwest ku pêşiya êrişên dagirkeriya Tirk bên girtin.
Serokê Zanayên Misilman bertek nîşanê bêdengiya Barzanî û hevpeymanên wê da û got:
“Bêdengiya Barzanî û hevpeymanan a li hemberî bûyerên ku li Herêma Kurdistanê diqewime tê wateya ku ji bo hêzên Tirk çira kesk pêbixe da ku hêzên Tirk bi dijwarî û bi awayeke hovane gundan bombebaran bike.”
“Li hemberî êrişa li dijî ewlekariya welat, nabe bêdeng bimînin”
Parlementerekî Hevpeymaniya Fetih Mehdî Teqî diyar kir, hebûna artêşa Tirk a li nava axa Iraqê gefê ji bo ewlekariya netewî çêdike û da zanîn ku li nava parlementoyê hewldanek ji bo derxistina artêşa Tirk destpê kiriye û got: “Ji bo derxistina artêşa Tirk ji nava Iraqê liv û tevgerek li parlementoyê destpê kiriye.
Bêdengiya heyî dibe sedem ku serweriya Iraqê têk biçe.
Ew êrîşî ewlekariya welat dikin, nabe li hemberî vê yekê bêdeng bimînin.”