PKK: Em ê bi têkoşîna xwe xwedî li şehîdan derkevin

Komîteya Rêveber a PKK’ê, endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn di salvegera şehadeta wî de bi bîr anî û got “Di têkoşîna lehengiyê de em xwedî li bîranîna hevrê Kasim Engîn û şehîdan derdikevin.”

Komîteya Rêveber a PKK’ê, derbarê şahadeta endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn ku di 27’ê Gulana 2020’an de şehîd bû, daxuyaniyeke da.

Komîteyê di şexsê Kasim Engîn de hemû şehîdên şoreşê bibîranî û teqez kir ku wê armanca wan bi ser bixînin û xwedî li bîranîna wan derkevin.

Komîteyê di daxuyaniya xwe de wiha behsa Şehîd Kasim Engîn kir: “Kasim Engîn ku ji Mereşê bû, li Ewropayê dijiya, piştî ku Fikrê rêber Apo naskir berê xwe da welat.

Demeke dirêj di karê acitasyon û propagandayê de cih girt. Bi jîr û jêhatîbûna xwe, bi enerjiya bê dawî, hilberînerî û kesayetiya xwe ya çalak gelek kar bi hev re meşand û bi ser xist.

Bi kesayetiya xwe ya pozîtîf ku mîna sûlavekê geş bû, kelecana wî ya mezin, girîngiya ku dida çand û zimanê Kurdî, bi fedakarî û nêzîkatiyên xwe yên hesas û bi pîvan, her tim ji hevrêyên xwe re bû mînak û di dilê wan de cih girt.”

Komîteyê diyar kir ku ew ê di sala sêyemîn a şehadeta hevrê Kasim Engîn de weke gel û tevger, bi pêşengiya berxwedanên li Zap û Avaşînê, bi rihê şerê gelê şoreşgerî dawî faşîzma AKP-MHP’ê bînin, xwedî bîranîna şehîdan derkevin.

Back to top button