Di civîna MGK’ê de gefa dagirkeriya Bakurê Sûrî hat xwarin

Serokomarê Tirkiye û Serokê AKP’ê Erdogan yê li welat bûye sedema têkçûna edalet û krîza aborî dixwaze zextên li ser xwe bi êrişeke derveyî welat re rake.
Erdogan di Civîna Lijneya Ewlekariya Neteweyî (MGK) de bi kabîneya xwe kujerê gelê Kurd re civiya.
Piştî civînê di daxuyaniyek hate weşandin de, hate gotin behsa êrişên niha pêktên û yên pêkwerin jî hatiye kirin.
DYA jî careke din “fikarên xwe” anîn ziman.

Dewleta Tirk a dagirker ku ji aloziya navbera biloka Rohilat û Rojava de dibîne, dixwaze dagirkeriya xwe ya li Sûrî û Iraq zêdetir bike.

Serokomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan yê aloziya Ukrayna fersend dibîne, careke din gefên xwe yên dagirkirina xaka Sûrî dubare dike.

Doh Civîna Lijneya Ewlehiya Neteweyî (MGK) bi serokatiya Erdogan hate lidarxistin.

Di daxuyaniyê de hate gotin êrişeke muhtemel a li bakurê Sûrî pêwiste.

Di daxuyaniyê de, her çiqasî qala rêzgirtina li sînorê welatên cîran hatibe kirin jî lê ya berbiçav ewe ku dewleta Tirk li herêmên ku dagirkiriye maye.

Ev yek di dagirkeriya wê ya li Başûr û Rojavayê Kurdistan, herêmên rojavayê Sûriyê û Lîbya de xuya dike.

Di civîna ku nêzî 3 saetan dewam kir de, daxuyaniyek ku ji 7 xalan pêktê hate weşandin.

Di daxuyaniyê de careke din, israra kuştina gelê kurd hatiye kirin.

Serokomarê Tirkye Erdogan piştî civîna lijneya wezîran a 23’ê Gulanê di daxuyaniyeke çapemeniyê de bi aweyekî eşkere gefa dagirkirkeriyeke nû li bakurê Sûrî xwaribû.

Erdogan careke din qala kurahiya 30 kîlometre ya li sînorê welat anîbû ziman.

Her wiha nanîbû ziman ku dema artêş, Îstixbaret û ewlehiyê xebatên xwe qedandin wê êriş despê bike.

Pentagon: Em ji êrişeke nû li herêmê bifikarin

Li ser van gotinên ji aliyê çavdêrên siyasî ve weke nîşaneya operasyoneke leşkerî ya nû ya li derveyî sînorên Tirkiyê tê dîtin, ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ve daxuyaniyeke fermî hat dayîn.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) John Kirby got,

“Em bi awayekî eşkere bi fikarên ku Tirkan niyeta xwe ya zêdekirina çalakiyên xwe yên leşkerî li Bakurê Sûriyê ragihand.”

Fikara me ya zêde ew ê ewlekariya xelkê sivîl be.”

Kirby anî ziman ku êrişên Tirkiyê “dibe ku şervanên QSD (Hêzên Sûriyeya Demokratîk) yên li dijî DAIŞ’ê bi serketî têdikoşin ji vî şerî dur bixe”.

Di daxuyaniya piştî civîna MGK’ê de, nêrînên Tirkiyê yên li ser endamtiya NATO’yê ya Swêd û Fînlandiyayê, şerê Ûkraynayê, rageşiya bi Yewnanîstanê re, Îslamofobî û rewşa Lîbyayê hatin vegotin.

Back to top button