Yewnanîstanê li NY giliyê Tirkiyê kir

Aloziya navbera Atîna û Enqerê de careke din zêde bûye.
Yewnanîstann li NY ji ber tevgera Tirkiyê giliyê wê dike.
Atîna hêzên xwe ya asmanî bi kirîna balafirên F-35’an xurt dike.

Hikûmeta Yewnanîstanê bi hinceta ku Tirkiye serweriya giravên xwe yên li rojhilatê Deryaya Egeyê dipirse, xwe amade dike ku giliyê Tirkiyeyê li Neteweyên Yekbûyî (NY) bike.

Li gorî nûçeya ajansa radyo-televîzyona giştî ya Yewnanîstanê ERT ku li ser Wezareta Karên Derve ya Yewnanîstanê ye, Atîna bi rêya Nûnera Daîmî ya Yewnanîstanê ya li NY nameya gilîkirinê pêşkêşî NY dike.

Rojnameya Kathimerini ya Yewnanîstanê jî ragihand ku nameya navborî berhema çend mehan e ku xebatkarên Wezareta Karên Derve ya Yewnanîstanê dixebitin.

Aloziya di navbera her du hevalbendên NATO, Tirkiye û Yewnanîstan de, di hefteyên dawî de zêde bûne.

Ji ber ku balafirên şer ên Tirk rojane li ser Giravên Yewnanîstanê difirin.

Enqere îdia dike ku Yewnanîstanê bi binpêkirina Peymana Lozanê a 1923 û Parîs a 1947’an hatiye îmzekirin, li gelek gravan çek biceh kiriye.

Ji ber vê yekê serweriya xwe ya li ser hin giravan, di nav de Rodos û Samos, winda kiriye.

Ji aliyekî din ve, Atîna, çekdarkirina giravên navborî wek mafê parastina xwe li hember gefa daxistina keştiyên bi hejmareke mezin li peravên rojavayê Tirkiyê tîne ziman.

Giravên li Derya Egeyê ne tenê sedemê rageşiya di navbera her du welatên cîran de ne.

Serokomarê Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan di destpêka hefteyê da daxuyanî da û got;

Êdî Mîtsotakis ji bo min nema.”

Zêdebûna peywendiyên navbera Yewnanîstan û DYA’yê yên di van demên dawî de, krîna gelek balafiran ji Waşîngton û avakirina baregehên DYA li Yewnanîstanê Enqere aciz kiriye.

Serokwezîrê Yewnanîstanê Kiryakos Mitsotakis hefteya borî di axaftina xwe ya li Kongreya DYA’yê de ji senetoran xwest ku balafirên şer nefiroşin Tirkiyê.

Back to top button