2 CANGORIYÊN AZADIYÊ LI HESEKÊ JI ALIYÊ HATIN OXIRKIRIN

bi sedan şêniyên bajarê Hesekê û gundewarên wê 2 cangoriyên azadiyê bi merasîmekê li goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê oxirkirin.

Endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Mûsa El-Xalid û endamê Yekîneyên Disîplîna Leşkeîr Hisên Nadir bi nasnav Rênas Hesekê şehîd bûn.

Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê û gundewarên wê cenazeyê şehîd ji navenda Meclisa Malbatên Şehîdan wergirtin û bi karwanekî ber bi goristana Şehîd Dijwar a li gundê Dawidiyê ve ketin rê.

Li goristanê piştî merasîma leşkerî li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan û Yekîneyên Disîplîna Leşkerî axaftin hatin kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin û dilsozya xwe ya bi şehîdan re dûbare kirin.

Di dawiya merasîmê de girseya gel cenazeyên şehîdan di nava slogan û tilîliyên dayikan de spartin axê.

Leave a Reply

Back to top button