ŞANDEYA BAKUR Û ROJHILATÊ SURÎ HEVDÎTINÊN XWE DIDOMÎNE

Şandeya hevbeş a partî û aliyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Suriyê, li Başûrê Kurdistanê ji bo yekrêziya Netewî li dijî dagirkeriyê ev hefteyeke dest bi rêze-hevdîtinan kiriye.
Di vê çarçoveyê de şande li Silêmaniyê çû serdana Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê.

Şandeyek hevbeş a partî û aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê ji bo avakirina yekrêziyekê li dijî dagirkeriyê serdana başûrê kurdistanê kirin.

Şandeya ku 12’ê Hezîranê serdana başûr kirî bi gelek partî û rêxistinan re civiya.

Şande ji Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Şahoz Hesen,

serokê Partiya Demokratîk a Kurdî ya Sûrî Cemal Şêx Baqî,

serokê Partiya Çepgir a Kurdî ya Sûrî Mihemed Mûsa,

cîgirê serokê Partiya Yekitiya Demokratîk a Kurdî li Sûriyê Mustefa Meşayix pêk tê.

Şande serdanên xwe yên bi aliyan re didomîne.

Herî dawî şandeya rojavayê kurdistanê li Silêmaniyê serdana Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) kir.

Şande ji aliyê Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Abdulllah ve hate pêşwazî kirin.

Di hevdîtinê de metirsiya dagirkeriya dewleta Tirk û yekîtiya gelê Kurd hate guftûgo kirin.

Hevserokê PYD’ê Şahoz Hesen têkildarî naveroka hevdîtinê ji ajansa Rojnews’ê re axivî û got;

Ji aliyê hêzên dagirker û bi taybet dewleta Tirk ve êrîş û zordestî li ser Kurdistanê pêk tê.

Lewma me girîng dît ku Kurd bi helwestek yekgirtî li dijî dagirkeriyê derkevin.

Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Abdullah jî axivî û got;

Li Başûrê Kurdistanê ji aliyekê ve êrîş û dagirkerî heye, ji aliyê din ve dexlûdanê cotkaran tên şewitandin û Kurdan birçî dihêlin.

Li gorî me ev planek giştiye li ser Kurdistanê ye.

Lewma divê em bi hev re li dijî van planan derkevin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku şandeya rojavayê kurdistanê heta niha li gel Tevgera Goran, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK), Yekgirt û ya Îslamiya Kurdistanê, Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê û çend hêzên din civiyane.

Leave a Reply

Back to top button