Navenda Ragihandina QSD: Divê aliyên garantor pêşî li sûcên dewleta Tirk bigirin

QSD’ê bi daxuyaniyekê anî ziman ku dewleta Tirk a dagirker herêmên ku şênî lêne topbaran dike û bang li aliyên garantor kir ku tedbîrên meydanî bigre.

Navenda Ragihandina QSD’ê der barê êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ev tişt got:

“Dagirkeran zêdetir 320 top avêtin malên sivîlan, saziyên tenduristî û peywendiyan ên li navenda Zirganê ku tê de zêdeyî 7 hezar sivîl hene.

Li navçeya Şêrawa û bajarokê Til Rifetê mezreyên sivîlan bi zêdetirî 140 topan kir hedef.

Di encamê de zirarên madî yên mezin çêbûn.”

QSD’ê di dawiya daxuyaniyê de bang li saziyên hiqûqî yên navneteweyî kir ku sûcên dewleta Tirk ji sala 2018’an ve lêpirsîn bikin û sûcdaran di dadgehên taybet de hesab bipirsin..

Her wiha bang li aliyên garantor jî hat kirin ku tedbîrên meydanî bigirin ku dagirkeriya Tirk sûcên qetilkirinê li dijî gelên li herêmê pêk neyne.”

Back to top button