Dagirkeran gundên Kobanê û Şêrawa topbaran kir

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundekî Şêrawaya Efrînê topbaran kir. 

Artêşa Tirk a qirker gundê Soxanekê yê Şêrawayê bi 19 guleyên obîsê topbaran kir.

Doh bi şev jî navbera gundê Zor Mixar û Şêxler yên Kobanê bi dijwarî hatin topbarankirin.

Heman demê dagirkeran gundê Qentera û derdora Soxanekê yên navçeya Şêrawayê jî dan ber topan.

Li hêleke din dewleta Tirk a dagirker duh careke din navenda navçeya Zirganê topbarana kirin..

Hat ragihandin ku avahiya Asayîşê, postexane û burcê peywendiyan ên li Zirganê bûn hedef.

Her wiha dagirkeran malek li navçeya Til Rifetê ya Şehbayê kir hedef û di encamê de zirarên madî çêbûn.

Back to top button