Mamosteyên Zanîngeha Helebce: Tirkiyê hemû yasayên navneteweyî bin pê dike

Mamosteyên zanîngeha Helebçe, Endamê KNK’ê Firyad Hesen û Endamê Polîtburoya Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê Şiwan Mihemed bertek nîşanî êrişên Tirkiyê yên li dijî Başûrê Kurdistanê dan û gotin: ”Kesê ku alîkariya dijmin dike xayîne.”

Bertekên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê pêre li Başûrê Kurdistanê dewam dikin.

Mamosteyên zanîngeha Helebçe diyar kirin ku hikûmeta Başûr bi bêdengiya xwe dibe berpirsa êrişan.

Her wiha piştrast kirin ku Tirkiyê bi van êrişên xwe hemû yasayên navneteweyî binpê dike.

”Kesê ku alîkariya dijmin bike xayîn e”

Endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Firyad Hesen jî derbarê mijarê de axivî.

Firyad Hesen hevkariya PDK’ê bi dagirkeriya dewleta Tirk re weke xiyanet bi nav kir.

Endamê Polîtburoya Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê Şiwan Mihemed jî got:

“Heta pirsgirêka Kurd bi riya guftûgoyê neyê çaresekirin, wê aştî li Rojhilata Navîn çênebe.”

”Pêwîste Kurd bibin yek dest”

Nivîskarê Jenosidê Hêmin Hesîb jî diyar kir dewletên dagirkerên Kurdistanê ti carî mafê wan nedane wan.

Yek ji kesûkarên kesên hatin enfalkirin Aras Xelîl jî anî ziman ku heta Kurd nebin yek dê pirsgirêk çareser nebin.

Back to top button