Xerîb Hiso: Hişmendiya dewleta Tirk a qirker sed sale negûheriye

Hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso diyar kir ku hişmendiya qirker a Tirkiyê ev sedsale nehatiye guhertin û got: “Ev hişmendiya qirker ku li Zapê derbên giran xwar berê xwe da Rojava. Yên ku vê qirkeriyê rawestîne berxwedaniya gelên li herêmê ye. Derveyê berxwedaniyê ti rê tune.”

Hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso bû mêvanê bernameya ”Bûyer” a televzyona me û mijarên di rojêvê de nirxand.

Xerîb Xiso diyar kir ku hişmendiya qirker a dewleta Tirk ku sedsale li ser hesabê gelan xwe daye jiyan kirin negûheriye.

Xerîb Hiso: Dewleta Tirk dewleteke çeteye êdî vê rastiyê herkes dîtiye

Hevserokê TEV-DEM’ê da zanîn ku dewleta Tirk dewleteke çete ye, ev dewleta çete niha bûye bela serê cîhanê.

Xerîb Hiso: Li Zapê derb xwar îca berê xwe da Rojava

Xerîb Hiso diyar kir Tirkiyê ji ber ku heta niha di êrişên xwe yên li ser Zapê de encam negirtiye, berê xwe da Rojava.

Back to top button