TURKAY: HDP WÊ CAREKE DIN BI AKP’Ê BIDE WINDAKIRIN

Hilbijartina Serokê Şaredariya Stenbolê nêzîk dibe, pê re jî hêrs û heycana gel , hêz û aliyên demokrtatîk zêde dibe. Hevberdevkê Herêma 1’emîn a Kongreya Demokratîk a Gelan HDK Koray Turkay got: Stratejiya HDP’ê rast e û wê li Stenbolê careke din bi AKP’ê bidin windakirin. 

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), di hilbijartinên 31’ê Adarê de li Stenbolê namzet nîşan neda û kir ku tifaqa AKP-MHP’ê têk biçe.

HDP di vê hilbijartinê de jî heman stratejiyê didomîne û bi vê armancê li navçeyên Stenbolê hemûyan dest bi karê hilbijartinê kir.

Civînên gel ku Hevserokên HDP’ê bi xwe jî tevlî dibin wê heta roja dawî bidomin.

Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ê Herêma 1’emîn Koray Turkay der barê xebat û stratejiya HDP’ê de ji ajansa Firatê re axivî.

Turkay diyar kir, ji ber ku AKP’ê xwe li têkçûnê ranegirt YSK’ê 6’ê Gulanê biryar da û destnîşan kir, biryara YSK’ê darbeyek li encamên hilbijartinê ye.

Turkay stratejiya HDP’ê ya niha jî rast dît ku namzet nîşan neda û got,

“Di mijara tengavkirina AKP û MHP’ê de aktorê herî girîng HDP ye. ”

 

Leave a Reply

Back to top button