Bafil Talabanî: Em ê armanc û biryarên kongreya 4’an temam bikin

Îro li bajarê Silêmaniyê, Foruma Yekîtî Niştimanî Kurdistanê-YNK destpê kir û wê 4 rojan dewam bike.
Serokê Giştî yê YNK’ê Bafil Talabanî di forumê de peyamên girîng da.
Talabanî got;
YNK’ê wê piştgiriyê bide têkoşîna beşên din ên Kurdistanê. Eger em Kurd bibin yekê, ne Amerîka, ne Îran û ne jî ti hêzeke din nikare bibin asteng.

Piştî Kongreya 4’an û bi taybetî aloziyên ku par xwe dane der, Yekîtî Niştimanî Kurdistanê civîneke berfereh li bajarê Silêmanî destpêkir.

Foruma ku di asta kongreyê de destpêkiriye wê 4 rojan dewam bike.

Ji pirsgirêkên navxweyî bigre, heta aloziya siyasî ya li Iraq û Başûrê Kurdistanê, wê gelek mijar di Forumê de bêne gotûbêjkirin.

Serokê Giştî yê YNK’ê Bafil Talabanî di hevdîtinê de axivî û peyamên girîng da.

Talabanî anî ziman ku ew ê di forumê de armanc û biryarên kongreya xwe a 4’an temam bikin û got;

“Kongreya 4’an bi gelek mijarên nav partiyê re mijûl bû û çareser kir. Lê hin mesele hene û pêwîste bêne çareserkirin.

Armanca me a sereke ew e ku em tevî hevalan siyaseta Yekîtî Niştimanî Kurdistan biser bixin.

Di vî warî de erk û berpirsiyariya herî mezin jî dikeve ser milê ciwanan. Lewma banga min ji bo wan heye da ku tevlî nava refên YNK’ê bibin.”

Bafil Talabanî anî ziman ku gelê Başûrê Kurdistanê ji desthilata herêmê ne razî ye û got, “eger YNK’ê li ser şopa Mam Celal xwe ji nû ve birêxistin bike wê bibe xwedî hêza çareseriyê.”

Bafil Talabanî: Em ê piştgiriya têkoşîna beşên din ên Kurdistanê bikin

Serokê Giştî yê YNK’ê di mijara helwesta partiya xwe a li hemberî pirsa giştî ya netewa Kurd jî ev peyam da:

YNK wê her piştevaniya beşên din ên Kurdistanê bike.

Êdî lazime Kurd xwe ji bandora siyasetên herêmî xelas bikin. 45 mîlyon Kurd hene. Eger em bibin yek, kes nikare li hember me bisekin e.

Bafil Talabanî: Ji bo guhertina siyaseta desthilata herêmê em ê têbikoşin

Bafil Talabnî anî ziman ku xêr û bêrên Başûrê Kurdistanê ne ji bo xizmeta gel têne bikaranîn û wiha dewam kir:

Ji sedî 60’ê hilberîna petrola Kurdistanê di ximeta şîrketên biyanî de ye. Pêwîstî bi siyasetek zelal û şefaf heye.

Eger aliyek bixwaze berhemên petrol û gazê li dijî berjewendiyên gelê Kurdistanê bikar bîne, wê demê lazime di ser cenazeyê min re derbas bibin.

YNK’ê ji bo xizmetkirina gelê Kurdistanê û guhertina siyaseta desthilatdariyê li herêmê wê têbikoşe.

Back to top button