HPG’ê: 13 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin û darb li 7 helîkopteran hate xistin

Gerîllayên Kurdistanê li qadên berxwedanê rê nedan hêzên artêşa Tirk.
Li gorî daxuyaniya HPG’ê, li herêmên Zap, Avaşînê û Metînayê di çalakiyên gerîlla de 13 leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin.
Her wiha darb li 7 helîkopteran hat xistin.
Artêşa li hemberî berxwedana gerîlla bê çare maye, 39 êrişên din ên çekên kîmyewî pêk anîn.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî encama çalakiyên gerîlla li dijî hêzên artêşa Tirk ev agaî dan raya giştî.

  • Li herêma Avaşîn

26’ê Gulanê, li qada Mervanos, hêzên dagirker ên li devera Kanî Biyê ketin bin kontrola gerîlla.

Li dijî wan ji 3 baskan ve çalakî pêk hat.

Di encamê de,

3 çeper û pergaleke kamereyan a şopandinê hatin tinekirin, 4 leşker hatin kuştin.

27’ê Gulanê hêzên dagirker hewl dan bi teqemeniyan êrişê çeperên şer ên Qada Werxelê bikin.

Gerîlla li dijî wan çalakiya sabotajê pêk anîn û di encamê de leşkerek hat kuştin.

Heman rojê artêşa Tirk Qada Werxelê 23 caran bi çekên kîmyewî û 3 caran jî bi balafirên şer bombebaran kir.

  • Li herêma Zapê

26’ê Gulanê artêşa Tirk bi çekên kîmyewî qadên Şehîd Berxwedan, Şehîd Şahîn û Şikefta Birîndaran bombebaran kirin.

Piştî êrişê hêzên Tirk hewl dan bi pêş ve were lê ji aliyê gerîlla ve hatin astengkirin.

Êvara heman rojê, di encama bersivdayîna gerîlla de derb li 5 helîkopterên Skorsky hate xistin.

Ji ber bersivdayîna gerîlla, helîkopterên artêşa dagirker neçar man ji herêmê dûr bikevin.

Li qada Girê Cûdî jî 27’ê Gulanê di çalakiya gerîlla de 2 leşker hatin kuştin, 1 jî birîndar bû.

Heman rojê li derdora Girê FM jî leşkerên xwestin pêş de werin bûn armana gerîlla.

Li vir jî 2 leşker hatin kuştin.

Dîsa 27’ê Gulanê li Qada Girê FM, dema artêşa Tirk hewl da hêzên xwe li herêmê bicih bike, ji aliyê gerîlla ve hat astengkirin.

Di çalakiyê de derb li helîkopterekê hat xistin.

  • Li herêma Metîna

Li Qada Girê Hakkarî, 26’ê Gulanê dema artêşa Tirk hewl da hêzên xwe bicih bike, bû armanca gerîlla.

Li vir jî derb li helîkopterekê hate xistin û yên mayî jî neçar man ji herêmê dûr bikevin.

27’ê Gulanê dîsa li Qada Girê Hakkarî, gerîlla li dijî hêzên artêşa Tirk rêzeçalakî pêk anîn.

Di encamê de bi giştî 4 leşker hatin kuştin.

Back to top button