Hêzên Rûsya bajarê Severodonetsk dorpêç dikin

Li rojhilatê Ukrayna dor li artêşa welat teng bûye.
Hêzên Rûsya ji bo kontrolkirina herêma Donbasê bi hemû hêza xwe êriş dike.
Niha bajarê Severodonetsk gav bi gav dikeve bin dorpêça hêzên Rûsya.
Hemwextî vê Rûsya li moşekên hîpersonîk ceriband.

Artêşa Rûsya ji bo xeyalên serokê welat Vladimir Putin pêk bînin, li nava Ukrayna li pey serkeftinane.

Piştî kontrolkirina Mariupolê hêzên Rûsya li rojhilatê Ukrayna êrişên xwe dijwar kiriye.

Hêzên Rûsya nêzî bajarê Severodonetsk ê li rojhilatê Ukraynayê ye ku ev demek e êrîş dike, bûye.

Bi piştgirîya agirê topavêjê, Rûsya dest bi pêşveçûna bêtir li deverên Donbasê yên di bin kontrola Ukraynayê de kir.

Waliyê Herêma Severodonetskê Serhiy Hayday jî got,

“Rûs bênavber li cihên sivîlan dixin.

Ji ber êrişên dijwar êdî şêniyên bajar, bêdengî ji birî kirine.”

Rûsyayê êrîşên xwe yên li ser bajarên Xarkov û Dnipro yên başûrê welêt berdewam kirin.

Li gorî The Guardian, Rûsya ji ber stratejiya herêmê leşkerên nû jî veguhestine herêmê.

Wezîrê Derve yê Ukraynayê Dmitro Kuleba doh got;

“Rewşa leşkerî li rojhilat ji ya ku tê gotin dijwartire.

Welat pêdivî bi çekên giran heye da ku bi bandor bi Rûsyayê re şer bike.”

Ukrayna: 242 zarok heta niha hatine kuştin

Serdozgeriya Ukrayna jî ji aliyê xwe ve ragihand ku ji roja despêka êrişê û heta niha 242 zarok hatine kuştin.

Her wiha 440 jî birîndar bûne.

Ukrayna: 30,000 leşkerên Rûsya hatine kuştin

Sererkaniya Ukrayna jî ji aliyê xwe ve bîlançoya şerê li dijî artêşa Rûsya eşkere kir.

Sererkaniyê diyar kir ku di nava 24 saetên derbasbûyî de, 250 leşkerên din yên Rûsya hatine kuştin.

Bi vê re, heta niha jimara leşkerên hatine kuştin derket 30 hezarî.

Her wiha,

207 balafir, 174 helîkopter, 1,330 tank, 3 hezar û 258 maşînên zirxî yên Rûsya hatine bêkêrkirin.

Rûsya: Me bendera Krasniy ya donetskê kontrol kir

Rêveberiya Moskow jî ji aliyê xwe ve bîlanço eşkere kir.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsya Îgor Konaşenkov di daxuyaniya çapemeniya rojane de diyar kir ku Bendera Krasniy ya herêma Donetsk ji aliyê hêzên wan ve hatiye kontrolkirin.

Her wiha heta niha, 182 balafir, 128 helîkopter, 3 hezar tank û maşîneyên zirxî yên Ukrayna hatine bêkêrkirin.

Rûsya moşekên hîpersonîk ceriband

Her wiha wezaretê ragihand ku hêzên wan moşekên hîpersonk a Zîcron bi aweyekî serketî ceribandiye.

Wezaretê anî ziman ku moşeka ji Derya Barentsê hat avêtin bi awayekî serkeftî li armanca xwe ya hezar kîlometre ya li Derya Spî xistiye.

Back to top button