Rêxistinên Ciwanan ji bo meşa dirêj banga tevlêbûnê kirin

Li dijî êriş û dagirkeriya dewleta Tirk û hevkariya PDK’ê li herêma Cizîrê wê ciwan dest bi meşa dirêj bikin.
Rêxistinên Ciwanan banga tevlêbûnê kiirn.

Meş bi durşmeya “Li dijî îxanet û dagirkeriyê werin cenga azadiyê” 30’ê mehê wê dest pê bike,3’ê rojan ji Qamişo heta Dêrikê dewam bike.

Ciwanên MSD û TEV-DEM’ê bi daxuyaniyên cuda êrişên dewleta Tirk yên bi hevkariya PDK’ê şermezarkirin.

Ciwanan di daxuyaniya xwe de bang li hemû ciwanên Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin ku tevlî meşê bibin û li dijî îxanet û dagirkeriyê rabin ser piyan.

Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê yên Reqayê jî li dijî êrişên dagirkeriyê û xiyaneta PDK`ê tevlêbûna xwe ya meşa dirêj a sê rojan a li herêma Cizîrê ragihand.

Back to top button