Hêzên Asayîşê: Sedem ne dizî bû, nakokiyên kesayetî bûn

Demên dawî hin bûyerên kuştinê li herêmê pêk hatin.

Asayîşê hurguliyên 3 buyerên kuştinê eşkere kir û ragihandin ku sedemên wan nakokiyên kesayetî bûn.

Hêzên Asayîşê derbarê her sê bûyerên kuştinê yên li Qamişlo û Hesekê çêbûn daxuyaniyek li ser malbera xwe da.

Asayîşê ragihand ku hêzên wan hurguliyên 3 buyerên kuştinê ku di dema dawî de pêk hatine eşkere kir û got:

”Me bûyerên kuştina Ebdulezîz Ferhan Şemdîn, Ferhan Nezîr Mecîd yên ji Qamişlo û Weed Semîr El-Hisên ji Hesekê lêkolîn kir.

Piştî guman û lêkolînan, sûcdar hatin girtin. Derket holê ku bûyerên kuştinê ji ber nakokiyên kesayetî pêk hatine.”

Asayîşê diyar kir ”Nûçeyên ku dibêjin ev bûyer ji bo diziyê pêk hat ne rastin û armanca wan belavkirina tirsê bû.”

Herî dawî Asayîşê piştrast kir ku ew ê ji bo temamkirina lêpirsînê dê sûcdaran bişînin serdozgeriyê.

Back to top button