HPG: Cenazeyên 2 leşkerên Tirk tevî çekên wan di destê me de ne

Gerîlla doh careke din li Herêma Zapê li hêzên artêşa Tirk dan. Li gorî encamên destpêkê, gelek leşker hatin kuştin. HPG’ê jî eşkere kir ku ji kuştiyên artêşa Tirk, cenazeyê 2 leşkeran tevî çekên wan di destê gerîlla de ne.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiya doh a li Zapê ev agahî dan:

Li Qada Şehîda Şehîd Şahîn, hêzên artêşa Tirk bûn armanca çalakiya gerîlla.

Di encamê de 3 dagirker hatin kuştin.

Ji wan cenazeyê 2 leşkeran di destê gerîlla de ne.

Di çalakiyê de wekî din 2 çekên ferdî damançeyek û alavên leşkerî jî li ser hêzên artêşa Tirk hatin rakirin.

Navenda Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku ew ê têkildarî berferehiya encama çalakiyê, raya giştî agahdar bikin.

Back to top button