Demhat Birûsk: Em amade ne bersiva êrişan bidin

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Til Temirê piştrast kir ku ew amade ne bersiva êrişên Tirkiyê bidin.

Demhat Birûsk eşkere kir ku tevahî gundewarên nêzî eniyên şer bêyî cûdahî tên topbarankirin.

Li gorî Demhat Birûsk, artêşa Tirk hewl dide bi rêya bejahî derbasî herêmê bibe û got:

“Hêzên me di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiva êrişan didin û dagirkeran neçar dikin ku paşde vegerin.”

Fermandarê Meclisa Leşkerî destnîşan kir ku di demên dawî de, tevgerek zêde ya dagirkeran li eniyên heye.

Dawiyê Demhat Birûsk teqez kir ku ew û derfetê nadin ku senaryoya Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dûbare bibe.

Û bersivek xurt bidin êrişên li dijî herêmê.

Back to top button