NPG: Bi pêngava 1’ê Hezîranê re tasfiyekarî hate tasfiyekirin

Fermandariya Biryargeha NPG’ê salvegera 18’an a Pêngava 1’ê Hezîranê pîroz kir û got, ”Rêber Apo bi pirtûka xwe ya “Parastina Gelekî” mûdaxaleyeke îdeolojîk û leşkerî pêvajoyê kir û bi vê pêngavê, tasfiyekarî hate tasfiyekirin. Li Kurdistanê gerîla temînata jiyana azad a Kurd e. Gerîla yên ku bi ruhê Pêngava 1’ê Hezîranê şer dikin û gelên me yên ji bo azadiyê têdikoşin wê serketinê misoger bikin.”

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel – NPG’ê ji bo salvegera 18’emîn a Pêngava 1’ê Hezîranê daxuyaniyek da.

Fermandariya Biryargeha NPG’ê salvegera 18’an a Pêngava 1’ê Hezîranê pîroz kir û derbarê pêngavê de ev agahî da:

“Hêzên me yên gerîla ji sala 1999’an dema vekişînê heta 1’ê Hezîrana 2004’an di pozîsyona agirbestê de man.

Ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd derfet û atmosferek afirandin.

Lê belê dewleta Tirk a qirker xwest vê pêvajoyê ji bo tasfiyekirina tevgera me bi kar bîne.

Li dijî vê konsepta dijmin a mijûlkirin, marjînalkirin, rizandin û gav bi gav tasfiyekirina tevgerê, biryar li ser Pêngava 1’ê Hezîranê ya dîrokî hate dayin.”

NPG’ê da zanîn ku Rêber Apo bi rengekî awarte bi pirtûka xwe ya bi navê “Parastina Gelekî” bi rengê îdeolojîk, rêxistinî, siyasî û leşkerî mûdaxaleya pêvajoyê kir û hişt em dest bi pêngavê bikin.

NPG’ê di berdewamiya nirxandina xwe de got:

“Ji ber vê yekê Pêngava 1’ê Hezîranê bi qasî pêngaveke leşkerî, di heman demê de pêngaveke îdeolojîk e. Bi Pêngava 1’ê Hezîranê re tasfiyekarî hate tasfiyekirin.”

NPG: Ji bo jiyaneke bi rûmet derveyî şer ti rêyek din nîne

NPG’ê balkişand li ser xwe parastinê û ev nirxandin kir:

“Eger em dixwazin bi nasnameya xwe bi rûmet hebin û li welatê xwe xwedî statu bin, bi rengekî azad bijîn, hingî divê em şer bikin.

Ji bilî vê yekê rêyeke din nîne.

Divê qet neyê jibîrkirin ku li Kurdistanê bêyî gerîla ti serketin bi dest nakeve

Rê û rêbazên li derveyî vê yekê teslîmiyet e, bêrûmetî ye. Lewma Pêngava 1’ê Hezîranê navê jiyana azad û israra li ser xeta Rêbertî ye.”

Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê temînata serketinê ne

Fermandariya Biryargeha NPG’ê di dawî de diyar kir ku gerîla yên ku bi ruhê Pêngava 1”ê Hezîranê şer dikin û gelên me yên ji bo azadiyê têdikoşin wê serketinê misoger bikin.”

Back to top button