ŞANDEYA BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ LI BAŞURÊ SERDANA HIZBA SOSYALÎST KIR

by ehmad aseed
162 views
Şandeya hevbeş a partî û aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê ji bo yekrêziya netewî ev hefteyeke li Başûrê Kurdistanê bi alî û partiyên siyasî re hevdîtinan pêk tîne.
Di vê çarçoveyê de şandeyê li Silêmaniyê serdana Hizba Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê û Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê kir.

Şandeya hevbeş a partî û aliyên siyasî yên rojavayê Kurdistanê gera xwe li başurê Kurdistanê didomîne.

Şandeyê îro li gundê Gulexane ye navçeya Şare-zûr a Silêmaniyê serdana Hizba Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê kir.

Hevserokê PYD’ê Şahoz Hesen têkildarî naveroka hevdîtinê axivî û got:

“Êrîşên dagirkeriya Tirk metirsîdar in û alî pêwîst dibînin ku helweseke yekgirtî ya Kurdan hebe.

Di vê çarçoveyê de em peyama Birêz Ocalan girîng dibînin.

Divê bi helwesteke nîştimanî, piştgiriya vê peyamê bikin”.

Serokê Hizba Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd jî li ser heman mijarê ev tişt anî ziman:

“Hatina şandeyeke wiha ku ji partiyên cuda pêk tê, cihê dilxweşiyê ye.

Hêvî dikim ku hatina vê şandeya Rojava bibe wesîleya xêr û yekrêziya hemû hêzên siyasî û xelkê Kurdistanê.”

JI BO PARASTINA DESTKEFTIYÊN KURDAN
ŞANDEYA BAKUR Û ROJHILATÊ SURÎ HEVDÎTINÊN XWE DIDOMÎNE

Her wiha şandeyê îro serdana Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê jî kir.

Şande ji aliyê Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Abdulllah ve hate pêşwazî kirin.

Di hevdîtinê de metirsiya dagirkeriya dewleta Tirk û yekîtiya gelê Kurd hate guftûgo kirin.

Hevserokê PYD’ê Şahoz Hesen têkildarî naveroka hevdîtinê ji ajansa Rojnews’ê re axivî û got;

Me girîng dît ku Kurd bi helwestek yekgirtî li dijî dagirkeriyê derkevin.

Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Abdullah jî got:

“Divê em bi hev re li dijî van planan derkevin”.