Li paytexta Lubnanê Beyrûtê îro bi diruşmeya, “Ber bi jiyaneke hevbeş û hemwelatîbûneke wekhev ve” kongreya diyaloga Lubanî-Kurdî, hat lidarxistin. Di kongreyê de rewşa Kurdên Lubnanê, têkiliya Kurd û Erebên Lubnanê, mafê Kurdên Lubnanê û pirsgirêkên wan û her wiha êrîşên li ser herêmê û tecrîda li ser Rêber Apo hatin niqaşkirin.
Li paytexta Lubnanê Beyrûtê bi armanca dîtina rêbazên xurtkirina têkiliyên Kurdên Lubanê û ereban û nîqaşkirina li ser pirsgirêkên ku Kurdên Lubnanê pê re rû bi rû dimînin, di bin diruşmeya, “Ber bi jiyaneke hevbeş û hemwelatîbûneke wekhev ve”, Kongreya diyaloga Lubnanî-Kurd, hat lidarxistin.
Di kongreyê de, kesayetên Lubnanî, Ermen, Suryanî û Kurd amade bûn.
Di kongreyê de li ser mijarên weke ”dîroka têkiliyên Kurd-Ereb, hebûna Kurdan li Lubnanê, siyasetên mêtingeriyê, destwerdanên herêmî, çanda jiyana hevbeş û biratiya gelan, rola jinan a bingehîn di demokratîkkirina civakê de”, nîqaş hat kirin.
Li ser navê Komîteya Amadekar Henan Osman axivî û got:
“Kurd û Lubanî di kurahiya dîrokê de bi hev re weke gelekî dijîn.
Em ê bi taybetî doza diyaloga di navbera du gelên kevnar; Kurd û Ereban de nîqaş bikin.”
Hessan Qutub: Divê şaştiyên berê neyên dubarekirin
Rêveberê Navenda Lubnanî ya Lêkolîn û Şêwrê, Hessan Qutub axivî û got:
“Hevpeymana Syces-Picot roleke mezin di guhertina demografiya herêmê, rengîniya etnîkî, ziman û çanda gelên Rojhilata Navîn de, lîst.
Divê şaştiyên berê ku hiştin welat hilweşin, neyên dubarekirin.”
Nîmet Bedir El-Dîn: divê dewleta hemwelatiyê were avakirin û mafê Kurdan were dayîn
Her wiha Profesorê Zanngeha Lubnanê Nîmet Bedr El-Dîn Tecrîda li ser Rêber Ocalan û girtiyên din ên siyasî yên li Tirkiyê tên kirin, weke dermirovî bi nav kir û destnîşan kir ku armanca êrişan lawazkirina herêmê ye.
Nîmet Bedr El Dîn bang li hikûmeta Lubnanê kir ku dewleta hemwelatiyê ava bike û mafê Kurdên Lubnanê bide wan.
Akademisyen Îbrahîm Murad: Birêz Ocalan sembola biratiya gelan e
Akademîsyen Îbrahîm Murad jî behsa çanda jiyana hevbeş û biratiya gelan kir û bal kişand ser siyaseta çewisandinê yên rejîmên dagirkerên Kurdistanê yên li Iraq, Sûriye, Tirkiye û Îranê li ser gelê Kurd tê meşandin.
Murad Rêber Ocalan weke sembola biratiya gelan pênase kir û got: “Em tecrîda ku dewleta Tirk a dagirker li ser Birêz Ocalan daniye şermezar dikin.”
Buşra Elî: Jinên Kurd û Ereb destkeftiyên mezin bidest xistin
Seroka Komeleya Jinan a Jîn ya li Lubnanê Buşra Elî jî behsa rola jinan a bingehîn di demokratkirina civakê de kir û got: “Jinên Kurd û Ereb karîbûn, di warên leşkerî û xweparastinê de, zanistî, fikrî û aborî de, destkeftiyên mezin bidest bixin.”