Di encama êrişa li ser gundên Eyn Îsa de, welatiyek birîndar bû

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê bê navber êrişî herêmê dikin.
Careke din dewleta Tirk bi çekên giran Eyn Îsa, Zirgan û gundên Minbicê topbaran kir.
Di encama topbarana li ser Eyn Îsayê de welatiyek birîndar bû.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane û bi çekên giran êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin.

Îro careke din dagirkeran gundê Mielek ê rojavayî navçeya Eyn Îsayê bi çekên giran topbaran kir.

Di encama topbaran dijwar de welatiyê bi navê Fadî Xelawî birîndar bû.

Hemwextî van êrişan dagirkeran gundê Um Hoş yê Şehbayê jî da ber topan.

Her wiha gundê Xêbiş yê Til Temirê û gundê Til Kêfcî yê Asuriyan jî hatin topbarankirin.

Di êrişa li dijî gundê Xêbişê de şervanê Meclisa Parastina Xabûrê, Kados Til Temir birîndar bû.

Li Zirganê ji ber topbaranê agir bi malekê ket

Li aliyê din jî dagirkeran navenda navçeya Zirganê bi dijîwarî topbaran kirin.

Di enacama topbaranê de agir bi mala welatiyê bi navê Casim Receb ket.

Artêşa Tirk gundê Tûxar ê Minbicê topbaran kir

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker vê sibê gundê Tûxar ê bakurê bajarê Minbicê bi hawan û çekên giran bombebaran kir.

Di encama topbarana li ser gundên Şera de ziyan gihişt zeviyên welatiyan

Li aliyê din dagirkeriya Tirk gundên Tinib û Şiwarxe yên navçeya Şera ya Efrînê jî da ber topan

Hat ragihandin, 19 guleyên obîsê li herêmê ketine û ziyanên mezin gihaştiye zeviyên welatiyên herêmê.

Duh jî artêşa Tirk ji baregeha xwe ya li gundê Şêx Nasir ê li bakur rojavayê Minbicê, gundên Seyade û Yalinlî topbaran kiribû û 10 top li her du gundên navborî ketibûn.

Back to top button