Ji ber barana zêde ya li rojhilatê Brezîlya 33 kes mirin

Li Brezîlya ji 24’ê Gulanê ve baraneke dijwar li bakur-rojhilatê welat dibare. Ji ber baranê heta niha herî kêm 33 kes mirin.

Eyaleta Pernambucoyê ji roja Sêşemê ve di bin bandora barana zêde de ye.

Li gorî daxuyaniya rayedarên eyaletê di nava 24 saetên dawî de 33 kes mirin.

Li Jardim Monteverdeyê ku di navbera Recife û Jaboatao dos Guararapes de ye, sibeha Şemiyê erd şemitî û 19 kes mirin.

6 kes jî li bajarê Camargibeyê ji ber şemitîna erdê jiyana xwe ji dest dan.

Li Recifeyê 2 kes û li Jaboatao dos Guararapesê jî kesekî jiyana xwe ji dest da.

Hat ragihandin ku li eyaletê ji ber barana ku bû sedema lehiyê herî kêm hezar kes neçar man malên xwe biterikînin.

14 dibistan jî wek stargeh hatin bikaranîn.

Ji destpêka barana zêde û vir ve ku şeva Sêşemê destpê kir li vê eyaletê 33 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî Parastina Sivîl, roja Sêşemê ji ber bahozê 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Back to top button